• Tuesday, 24 February 2026
logo

Ciwanekî Rojavayê Kurdistanê li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê hat kuştin

Ciwanekî Rojavayê Kurdistanê li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê hat kuştin

Ciwanekî Rojavayê Kurdistanê bi navê Yasir Mihemed Xelîl, dema ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê dibe, ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve tê kuştin. Heta niha termê wî ji bo malbatê nehatiye radest kirin.

Birayê Xelîl Omer ji Rûdawê re got ku birayê wî 20 sal bûn li Lubnanê kar dikir, dixwst biçe Ewropa, ji Lubnanê hatiye Herêma Kurdistanê, ji vir bi qaçaxî xwe gihandiye Rojhilatê Kurdistanê.

Xelîl Omer da zanîn ku birayî xwestiye ji Rojhilatê Kurdistanê jî bi qaçaxî derbasî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bibe ji bo ku ji wir biçe Ewropa, lê li ser sînor leşkerên Tirkiyê ew kuştine û heta niha termê wî nehatiye radestkirin.

Birayê Yasir, Emîn Mihemed Xelîl bi rêya Rûdawê ji Hikûmeta Kurditanê û rêxistinên mirovî dixwaze ku hewlekê ji bo vegerandina termê wî bidin ji bo ku li Girkê Legê bê veşartin.

Yasir zewicî bû û bavê 3 zarokan bû.

Top