• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 80 hezar kes dê vegerin girtîgehan

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 80 hezar kes dê vegerin girtîgehan

 Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê destûrên ku ji bo 80 hezar kesên ku li girtîgehên vekirî diman ya ji ber pandemiya Covid-19 hatine dayîn, di meha Hezîranê de bi dawî dibe. Kesên ku venegerin girtîgehan dê wek firarî bên hesibandin û li ser wan dê biryara girtinê bê derxistin.

Destûra berdewamiya azadiya kesên ku di girtîgehên vekirî de diman heta niha 12 caran hate dirêjkirin, hate diyarkirin ku destûra hatî dayîn dê di 31ê Gulanê de bi dawî bibe.

Hat destnîşankirin ku ji ber şewba vîrûsa Koronayê, destûrên kesên ji girtîgehên vekirî yên ku ji 31ê Gulana 2020an û vir ve 12 caran hate dirêjkirin, êdî nayê dirêjkirin.

Çavkaniyên AK Partiyê diyar kirin ku di civînên dawî de biryar hat dayîn ku ji ber kêmbûna bandora şewbê û kêmbûna hejmara bûyeran hewcedarî bi dirêjkirina destûrê nemaye.

Heta niha 200 hezar girtî ji destûra azadiya nexweşiyê sûd wergirtine. Hate diyarkirin ku heger piştî 31ê Gulanê di biryara ku hatiye dayîn de guhertin çênebe dê nêzikî 80 hezar kes vegerin girtîgehan.

Ji girtiyan re dê bi beyannameyekê were ragihandin ku divê maweya xwe ya mayî biqedînin. Kesên ku venegerin girtîgehê dê wek firarî bên dîtin û di derbarê wan de biryara girtinê bê dayîn.

 

Rudaw

Top