• Tuesday, 24 February 2026
logo

247 şaredarên CHPê li Wanê kom dibin

247 şaredarên CHPê li Wanê kom dibin

Bi fermana Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, dê 247 şaredarên CHPê li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê bicivin ku li Tirkiyê jê re tê gotin, vekirina kampê.

Biryar e di rojên 27 heta 29ê vê mehê de,  ew kamp bê vekirin û 247 şaredarên CHPê ku 11 serokên şaredariyên mezin jî di nava wan de ne, bêne cem hev û gotûbêjan li ser karên xwe yên xizmetgûzarî û siyasî bikin.

Di wan civînan de dê serokên şaredariyên CHPê gotûbêjan li ser pêşxistina peywendiyên xwe yên li gel civakê, projeyên hevbeş û her wiha mijarên xizmetgûzariyê bikin.

CHPê herî dawiyê li 17ê Mijdara 2021ê de li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê kampeke wiha vekiribû û serokên şaredariyên CHPê lê kombibûn.

 

Rudaw

Top