• Monday, 16 February 2026
logo

Tirkiye dê koçberên Idlibê li Efrînê bicîh bike!

Gulan Media September 11, 2018 Nûçe
Tirkiye dê koçberên Idlibê li Efrînê bicîh bike!
Rojnamevanekî Tirkiyê dibêje, Tirkiyê pilan daniye eger bajarê Idlibê bikeve destê hêzên rêjîma Sûriyê koçberên Idlibê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bicîh bike!

Ev çend roj in tê gotin ku hikûmeta Sûriyê bi alîkariya Rûsya û Îranê dixwaze herêma Idlibê ji destê çekdarên alîgirên Tirkiyê derxîne.

Destpêkirina operasyona Idlibê ew qasî nêzîk û cidî bûye ku nûnerê taybet yê NY di karûbarên Sûriyê de Staffan de Mistura gotiye, êdî zehmet e pêşiya wê operasyonê were girtin.

Ji ber wê jî Tirkiye û çekdarên alîgirên wî welatî li dijî encamên wê operasyonê dest bi amadekariyên berfireh kirine.

Li ser wan amadekariyan, peyamnêrê rojnameya Haber Turk ya Tirkiyê Çetîne Çetîn ragihandiye, çekdarên Sûrî yên li Idlibê biryar dane bersiva êrişên bejahî yên Sûriye û Îranê bidin. Li gorî agahiyên wî rojnamevanî, di warê bejahî de êriş dê ji 4 eniyan ve bê kirin. Ji du eniyan de hêzên Sûrî, eniye hêzên Îranî û eniya din jî hêzên Rûsî dê êriş bikin.

Çetîner Çetîn her wiha daye zanîn, Tirkiyê jî gelek hêz li ser sînor kom kiriye û xalên çavdêriyê jî qehîm kiriye, her wiha du pilan daniye; pilana A û ya B.

Li ser naveroka wan pilanan jî Çetîn gotiye, li gorî pilana A, Tirkiye dê 18 km derbasî nav Idlibê bibe û herêmeka tampon bo parastina sivîlan ava bike. Lê eger Idlib bikeve destê rêjîmê wê çaxê ew kesên ku koçber dibin dê li Efrînê bên bicîhkirin, ev jî pilana B ye.



Basnews
Top