Lêkolîneke Amerîkî: Mûşekên Îranî ji dûriya 40 Km hatine berdan
Li gorî raporê, ew mûşek ji sînorên parêzgeha Silêmaniyê hatine berdan û Îran mifa ji sekoyên (Mînese) berdana mûşekan wergirtiye, ku berî niha li sînorên parêzgeha Silêmaniyê belav kiribû.
Derbarê bikaranîna firokeyên bêfirokevan ji bo tomarkirina kêlîka mûşekbaranê, rapora Amerîkî da xuyakirin ku ew firoke ji sînorên parêzgeha Kerkûkê dihat kontrolkirin.
Herwiha li gorî rapora tîma lêkolîna Amerîkî, corê mûşekên hatine bikaranîn, ne mûşekên Zemîn- Zemîn ên kurtavêj bû wekî ku Supaya Pasdaran ragihandibû, ji ber ku şûnwarên teqînên li Koya çêbûne, ne weke şûnwarên teqîna mûşekên Zemîn Zemîn in.
Şemiya derbasbûyî 8ê Êlûna 2018an, Keleha Demokrat, ku baregehên serekî yên Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) lê ne, ji aliyê Îranê ve hat mûşekbarankirin, fêrgeheke siyasî û nîzamî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (HDKÎ) jî nêzîkî wê deverê ye, ketibû ber êrîşa mûşekî de. Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, di encama êrîşê de, 17 kes "Şehîd" bûn û nêzîkî 40 kesî birîndar bûn.
