Li Semsûrê ji ber baranê welatî asê man
Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde lehî rabû û hejmareke zêde mal, kargeh û otomobîlên welatiyan di bin avê de man.
Li taxa Kap Camiyê li hewşa dibistana Mimar Sînan av kom bû û Serokê Şaredariya Semsûrê jî ragihand ku ligel zerara mal û kargehan zêdeyî 25 otomobîl di bin avê de mane, lê ti hûrgilyên din nedan.
Serokê Şaredariya Semsûrê Suleyman Kiliç got: “Baraneke gelekî zêde bariya. Ji nişka ve bariya û av wek çem herikî vê derê. Kanalên avê yên giştî vekirî ne lê li vê derê hinek pirsgirêk hene.”
Li heman taxê du jinên ku ji ber baranê ketibûn dibistanê jî demekî asê man û piştre ji aliyê kurê jineke asê mayî ve hatin rizgarkirin.
Kurê Zeliha Aslan, Ahmet Aslan jî dibêje: “Ez ji pişt dibistanê derbasî cihê bilind bûm û min bi alîkariya pêlekanê diya xwe û jina din rizgar kir.”
Nîşteciha Semsûrê Zeliha Aslan jî wiha behsa rewşê kir: “Em ji xwe re dimeşiyan, cîrana min ligel min bû got baran bê jî dê hindik bê em jî derketin lê baraneke gelekî zêde bariya. Ji neçarî em çûn nav dibistanê. Kurê min hat em rizgar kirin.”
Bi destpêkirina biharê li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê li gor sala borî baraneke zêde dibare û ji ber nebûna jêrxana bajaran dibe sedema zerarên madî û canî.
Rudaw
