• Monday, 16 February 2026
logo

Eşîrên ereb derbarê hebûna pilanekê dijî kurdan li Kerkûkê hişyariyê didin

Gulan Media September 11, 2018 Nûçe
Eşîrên ereb derbarê hebûna pilanekê dijî kurdan li Kerkûkê hişyariyê didin
Berdevkê eşîretên ereb ên navçeyên Kurdistanî li serveyî idareya Herêma Kurdistanê Muzahim El Hiwêt ragehand ku, pilanel dijî kurdan li Kerkûkê heye.

Berdevkê eşîretên ereb ên navçeyên Kurdistanî li serveyî idareya Herêma Kurdistanê Muzahim El Hiwêt di daxuyaniyekê de bi malpera shefeq News ragehand ku, ew pilana ji aliyê milîsên Heşdî Şeibî ya ser bi encûmena ereb ên Kerkûkê û milîsên Tirkumen ên ser bi tirkumenan ve bi Serokatiya Erşed Salihî tê cîbecî kirin.

Muzahim El Hiwêt wiha got: "Em weke eşîretên ereban li navçeyê hişyariyê didin wan kesên ku, hewla fitne û tawanan li Kerkûk didin û bi fermî daxwazê ji Amerîkayê dikin ku, rê li ber wê pilanî bigre."

Herwiha Muzahim El Hiwêt daxwaz ji eşîrên ereb ên Kerkûkê kir ku, xwe ji wê pilanê û tawanan dûrbixin, di heman demê daxwaza vegera hêzên pêşmerge û hemû dezgên asayîşê yên herêma Kurdistanê bo Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên dagirkirî ji Amerîkayê kir daku, rê li ber pilan û kiryarên Heşdî Şeibî û DAIŞê bigre.

Berdevkê eşîretên ereb ên navçeyên Kurdistanî li serveyî idareya Herêma Kurdistanê Muzahim El Hiwêt tekez kir ku, her fitneyek li Kerkûkê li beramber welatiyên kurd rû bide encûmena ereb a Kerkûkê û bereya tirkumen berpirsyare.

Basnews
Top