• Monday, 16 February 2026
logo

Li Rojhilatê Kurdistanê li dijî zilma Îranê gireva giştî tê kirin

Gulan Media September 11, 2018 Nûçe
Li Rojhilatê Kurdistanê li dijî zilma Îranê gireva giştî tê kirin
Partiyên Rojhilatî bang li xelkê Rojhilatê Kurdistanê kirin li dijî zilm û hovîtiyên rêjîma îslamî ya Îranê li hember gelê kurd dest bi gireva giştî bikin.

Navenda hevkarî ya partiyên Rojhilatî di daxuyaniyekê de, ku nusxeyek ji BasNewsê re jî hatiye şandin, bang li xelkê Rojhilatê Kurdistanê kirine sibê (12 vê mehê) li tevahiya bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê dest bi gireva giştî bikin.

Partiyên Rojhilatî daxwaz kirine xelkê Rojhilat bi girtina bazar û dikanên xwe, neçûna ser kar û derneketina derve êriş û hovîtiyên rêjîma Tehranê li dijî gelê Kurdistanê bi taybet mûşekbarana baregehên partiyên Rojhilatî li bajarê Koye û darvekirina girtiyên kurd Ramîn Husên Penahî, Zanyar û Loqman Muradî, şermezar bikin.

Wan partiyan her wiha ji kurdên derveyî welat jî xwastine ku bi çalakî û xwepêşandanan piştevaniya gireva giştî ya Rojhilatê Kurdistanê bikin.

Li Hewlêrê jî sibê xwepêşandanek li ber ofîsa NY li dijî êriş û hovîtiyên rêjîma Îranê li hember gelê Kurdistanê tê lidarxistin.

Di xwepêşandana sibê de nûnerên partiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê beşdar dibin û dê ji civaka navdewletî bixwazin êdî li hember zilm û zora rêjîma Îranê li hember gelê kurd bêdeng nemînin û piştevaniya xebata rewa ya gelê kurd bikin.

Basnews
Top