Gorran: Dengên Nifşê Nû bi sextekarî bidest hatine!
Nizar Mehmûd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şasiwar Ebdulwahîd ne di xema jiyana xelkê de ye û ji aliyê desthilatiyê ve bo ku dijatiya Gorran bike hatiye ava kirin. Ti tiştek wan tineye li hember Gorran bibêjin, ji ber wê jî Şasiwar Ebdulwahîd derxistin pêş ku gotinan ji Gorran re bike.’’
Li gor gotinên Nizar Mehmûd, Şasiwar Ebdulwahîd dizane baweriya xelkê bi serokê berê yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa hebû, ji ber wê ‘’Diçe wek Newşîrwan Mistefa cil li ber xwe dike. Bê guman dixwaze bi wê rêyê ve xwe wek mîratgir ango mîrasê Newşîrwan Mistefa werbigre û bibêje ez li ser bernameya wî birêve diçim û Gorran ji bernameya Newşîrwan Mistefa dûr ketiye.’’
Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Gorran, Şasiwar Ebdulwahîd bi sextekarî kirina di helbijartinan de tewanbar kir û got: ‘’Ew dengên ku Şasiwar Ebdulwahîd bidest xistin, dengên wan ên rast nînin, bi sextekarî bidest xistine. Ji ber wê 4 kursiyên parlamentoya Iraqê bidest xistine. Herwaha wî kesî fêleke mezin li xelkê kiriye û pareyeke mezin ê xelkê û hikûmetê xwariye. Eger di dengên wan de sextekarî nehatiba kirin, Şasiwar Ebdulwahîd ne kesek wisaye ku bikarê baweriyê bide xelkê.’’
Basnews
