• Tuesday, 24 February 2026
logo

Iraq dibe xwediyê sîstema berevaniya esmanî

Gulan Media April 30, 2022 Nûçe
Iraq dibe xwediyê sîstema berevaniya esmanî

 Fermandarê Hêzên Esmanî yên Iraqê Me'n Se'dî  eşkere dike, piştî çend mehên din Iraq dê bibe xwediyê sîstema berevaniya esmanî.

Me'n Se'dî ragihand, ji bo pêşvebirina sîstema berevaniya esmanî weke welatên pêşketî, di çend mehên bê de sîstema radarê ya esmanî dê bigihîje destê hêzên Iraqê.

Se'dî bêyî ti hûrgiliyek derbarê cûreya sîstem û qebareya peymanan de parve bike, ji ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê re ragihandiye: “Ev sîstem dê şiyanên berevaniya esmanî yên Iraqê bihêz bike, ji bilî vê çend peymanên din jî hene, ku beriya niha hatine kirin ji bo kirîna sîstema din a berevaniya esmanî.”

 

 

K24

Top