Bargeha Barzanî: Pêwendiyên Serok Barzanî û Muqteda Sedir pir baş in
Baregeha Barzanî bersiva wan medyayên Kurdistanî û Iraqî da ku dibêjin, qaşo Muqteda Sedir bersiva telefona Serok Barzanî nade.
Bargeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragehand, beşek ji medyaya Iraqî û Kurdistanî nûçeyeka nerast belav kirine ku qaşo Muqeda Sedir bersiva telefona Serok Mesûd Barzanî nade.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ew nûçe û agahî rast nînin ji ber ku navbera Serok Barzanî û Muqteda Sedir pir baş e. Yên ku tiştên wisa jî belav dikin, armanca wan veşartina şikestin û paşdeketina xwe ji piroseya siyasî ye.
Bargeha Barzanî di dawiya daxuyaniyê de jî gotiye, eger vê dawiyê livîna siyasî hinek kêm bibe jî, ji ber meha pîroza Remezanê bûye.
Basnews
