Li Kanadayê dijî bombebarana Îranê xwepêşandanek girseyî pêkhat!
Yek ji rûniştvanên bajarê Toronto yê Dr. Rojan Aştab ji BasNewsê re ragehand, xwepêşandan bi armanca şermizar kirina êrîşa Îranê ya li dijî bombebarana binkeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û darve kirina girtiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê pêkhat.
Di xwepêşandanê de beşdarvanan peyama xwe ya nerazîbûna dijî wê bombebaran û darve kirina ciwanên kurd gehande civaka navnetewî.
Basnews
