• Monday, 16 February 2026
logo

MSD: Bûyera Qamişlo cihê mixabiniyê ye

Gulan Media September 10, 2018 Nûçe
MSD: Bûyera Qamişlo cihê mixabiniyê ye
Li ser şerê duh yê di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û asayîşa Rojavayê Kurdistanê de li Qamişlo, Meclîsa Surya Demokratîk (MSD) ragihand ku ew ji ber wî şerî xemgîn in û ji hemû aliyan daxwaz kir û hêminiyê biparêzin.



Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî şerê duh ku di navbera Hêzên Asayîşê û rêjîma Sûriyeyê de li bajarê Qamişlo rû dane daxuyaniyek niviskî weşand û têde ragihand ku, ew ji ber wî şerî xemgîn in.



MSD eşkere kir ku bûyera duh di heman dema lidarxistin civîna sêalî ya Tehranê de pêk hat, cih lêpirsînê ye, di heman demê de ku deriyê danûstandinan di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Meclisa Sûriyeyê de pêk hat.



Meclisa Sûriyeya Demokratîk diyar kir ku ew li ser daxwaza hikûmetê ji bo diyalogê çûne Şamê û banga wan ew e ku hemû ji bo Sûriyê yek bin, ji Qamişlo heta Şamê û ewê hewl bidin ku diyaloga di navbera wan û hikûmetê de serkeftî be.



MSD radigihîne ku aliyên ku naxwazin diyaloga wan û Şamê serkeftî be, li pişt şerê li Qamişlo ne.



Di daxuyaniya MSDê de wiha hat gotin: “Em wekî Meclisa Sûriyeyê Demokratîk dibînin ku bûyerên duh li bajarê Qamişlo rû dane cihê mixabiniyê ye, xizmeta ti aliyê niştimanî yên Sûrî nake, di heman demê de rê li ber şareserkirina aloziya Sûriyeyê digire. Carek din em tekez dikin ku em banga diyalogan û aştiyê dikin, em damezerînerên rasteqîn ên ewlehî û aramiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne. Xebata em ji bo xelasiya gelê Sûriyeyê û rawestandina tundî û wêrankkirinê ye, di heman demê de em destûr nadin ku kes ku destkeftiyên gelê me xirab bikin.”

Rudaw
Top