Iraq ji bo çavdêrîkirina sînor û xetên enirjiyê dest bi çêkirina droneyan kiriye
Serokê Desteya Pîşesaziya Leşkerî ya Iraqê Mihemed Sahib Derecî ragihand, Iraqê dest bi çêkirina 2 cureyên droneyan kiriye.
Derecî di hevpeyvînekê ligel televizyona fermî ya Iraqê de got: “Me dest bi çêkirina du cureyên droneyan kiriye”. Da zanîn jî, erkên wan droneyan tenê çavdêrî ye.
Destnîşan kir, droneyên Îraqî çavdêriya sînorê Îraq-Sûriyê, xetên enerjiyê û boriyên petrolê dikin. Diyar kir jî, ew balonên çavdêriyê yên pir bilind jî çêdikin.
Derecî diyar kir ku drone û balonên çavdêriyê bi hevkariya sektora taybet tên çêkirin, ji ber ku bûdceya Rêveberiya Pîşesaziya Leşkerî “sifir” e.
K24
