Dezgayê Şehîdan ê Iraqê nimûneyên xwînê li kesûkarên enfalbûyan werdigre
Dezgayê Şehîdan ê Iraqê ji bo dîtina kesûkarên wan enfalbûyên ku termên wan li bijîşkê dadî yê Bexdayê ye, nimûneyên xwînê ji kesûkarên enfalbûyan werdigre ku nasnameya wan terman diyar bike û piştre jî radestî kesûkarên wan bike.
Li gor agahdarînameya fermangeha gorên komî ya li ser Dezgayê Şehîdan ê Iraqê , li gor madeya şaş xala 5 a yasaya karûbarên gorên komî ya bi hejmara 13 ya sala 2015ê, Dezgayê Şehîdan kesûkarên enfalbûyan agahdar dike ku serdana fermangeha karûbarên gorên komî ya li qada Endelos a Bexdayê bikin, bo tejî kirina forma zanyariyan û wergirtina nimûneya xwînê ji kesûkarên enfalbûyan ku testa DNA bê kirin û nasnameya wan terman bê diyar kirin.
Hat ragehandin, berî naha ew termane di gorekî komî ya li sînorê parêzgeha Semawe hatine derxistin û ji bo wergirtina zanyariyên zêdetir jî dikarin pêwendiyê bi vê jimara telefonê ve bikin: 07841400143
Li gor zanyariyên BasNewsê termên enfalbûyan ku hejmara wan 171 kes e, di gorekî komî ya li çolên Semawe hatine derxistin û ev 3 sale li bijîşkê dadî ya Bexdayê ne û enfalbûyên sînorê Germiyan in.
Basnews
