Amerîka 100 serbaz ji hêza Marine li Sûryê belav kir
Nêzîkî 600 serbazên Amerîkî û Nerwicî û Birîtanî li bingeha Tenif dimînin, û li wir hêzeke dijberiya Sûryê rahênan dikin.
Berî niha jî hatibû ragihandin, ku Rûsya hişyarî daye Amerîka û daxwaz kiriye ku Amerîka hêzên xwe ji nav Sûryê bikişîne. Herwiha Mosko tekez kir ku hêzên wê amade ne, êrîşî wan navçeyan bikin, ku hêzên Amerîkî têde belva dibin.
Li aliyekî din, Ajansa Anadolê belav kir, ku Artêşa Tirkiyê hêzeke bêtir ber bi sînorên Kilisê ve birê kir, daku yekîneyên xwe li ser sînorên Sûryê bihêz bike.
Herwiha diyar kir, ku ew kerwanê hêzê, tank, topavêj, alavên serbazî û otombêlên serbazî li xwe digire.
