• Tuesday, 24 February 2026
logo

PKK gefa kuştinê li çend nivîskaran dixwe

Gulan Media April 28, 2022 Nûçe
PKK gefa kuştinê li çend nivîskaran dixwe

PKK wan nivîskar û lêkolînvanên ku rûyê wê yê rast derdixin, bi kuştinê tehdîd dike.

Çend rûpelên twitter û sosyal medya yên nêzîkî PKKê navê çend nivîskar û lêkolînvanên kurd yên ku rûyê rast yê PKKê deşîfre dikin, belav kirine û daxwaza kuştina wan kirine.

Li ser vê mijarê, çavdêrê siyasî Aras Ebdullah ji BasNewsê re got, PKK roj bi roj lawaztir dibe û ew nivîskarên ku li ser PKKê jî dinivîsin, di nasandina rûyê rast yê PKKê de xwedan rol in.

Aras Ebdullah her wiha got, niha PKK bûye kompaniyek û çend welatên neyarên Herêma Kurdistanê wê li dijî Kurdistanê bikar tînin. PKK ji rê derketiye, mînaka wê jî tehdîdkirina wan nivîskar û lêkolîvanên kurd e ku rexne li PKKê digirin.

Wî çavdêrê siyasî anî ziman ku divê raya giştî ji wan reftarên PKKê bên agahdarkirin da ku her kes rûyê rast yê PKKê bibîne.

 

Basnews

Top