• Monday, 16 February 2026
logo

Wezareta derve ya Îraqê êrîşên Îranê Protesto kirin

Gulan Media September 9, 2018 Nûçe
Wezareta derve ya Îraqê êrîşên Îranê Protesto kirin
Wezareta Derve ya Iraqê derbarê bombebarana li ser baregahên partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Em binpêkirina serweriya Iraqê red dikin.”

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Em wek wezaret tekezî li ser parastina ewlekariya cîranên xwe û bikaranîna xaka me ji bo her êrîşeke ser aramiya wan welatan dikin.”

Herwiha Wezareta Derve ya Iraqê radigihîne: “Em bi taybetî binpêkirina serweriya Iraqê û bi çi armancê dibe bila bibe, bêyî şêwira ligel aliyên iraqî bombebarankirinên li ser xaka Iraqê red dikin. Ev yek jî ji ber dûrxistina kesên sivîl ji bandorên wan operasyonan.”

Top