‘Bombebarana binkeyên Demokrat bi alîkariya grubek nav YNKê pêktê!’
Elî Cewanmerdî di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand, bombebarana ser binkeyên her du partiyên Demokart ên li Koye ya ji aliyê sipaha pasdaran ve pêktê bi ‘’alîkariya du endamên hêzeke kurdî ve pêktê.’’
Herwaha got, di encamê de şehîd û birîndar hene û di nava birîndaran de sekreterê giştî yê Hizba Demokrata Kurdistanê Mistefa Mewlûdî jî heye.
Li gor zanyariyên BasNewsê di encama bombebaran ser binkeyên Demokratê de, sekreterê giştî yê berê yê Hizba Demokrata Kurdistanê Xalîd Ezîzî jî di nava birîndaran de ye.
Ji aliyê din ve zanyariyên heyî amaje bi wê yekê dikin ku ev bombebarana li ser her du partiyên HDK û HDKA yê li bajarê Koye, wek bombebarana sala 1996ê ye ku êrîş li ser heman cîh hate kirin û grubeke nav YNKê jî alîkariya wan dike.
Basnews
