HDP, DBP û KCD’ê cezakirina Demîrtaş û Onder şermezar kir
Ji bo Hevserokê Berê yê HDP’ê Selahaddîn Demîrtaş û Parlementerê Berê yê HDP’ê Sirri Sureyya Onder ji dozên ku dihatin darizandin, ceza hat dayîn. Ji bo Demîrtaş 4 sal û 8 meh; ji bo Onder 3 sal û 6 meh ceza hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya HDP’a Diyarbekirê, ev dozên ku jê ceza li Demîrtaş û Onder hatiye birîn, dozên serdema têkiliyên Pêvajoya Aştiyê ne û ev ceza ne hiqûnî ne, bi temamî siyasî ne.
Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin, ev biryar dê di wijdanê gelên ku demokrasî û wekheviyê dixwazin de nayê qebûlkirin û ev yek dê nebe sedem ku ew dest ji daxwazên xwe yên aştî û demokrasiyê berdin.
Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku ti pêwendiya lijneya dadgehê ku vê biryarê daye, bi peymana Mafên Mirovan a Ewropayê re tune ye û ew ê li dijî van biryaran zêdetir ji bo demokrasiyê xebatên xwe bimeşînin.
Endam û rêveberên HDP, DBP û KCD’ê piştî daxuyaniya şermezarkirina cezayê li Demîrtaş û Onder hat birîn, 5 deqe çalakiya rûniştinê kir û banga xwedîderketina li aştî û demokrasiyê li gelên Tirkiyê kir.
K24
