• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Efrînê 4 welatiyên din yên Kurd hatin revandin

Gulan Media April 27, 2022 Nûçe
Li Efrînê 4 welatiyên din yên Kurd hatin revandin

Dest jî danîne ser mala welatiyeke Kurd.

Li gor zaniyariyên berdest, duhê li Efrînê, komên cîhadî yên Tirkiyeyê êrîşî ser welatiyên Kurd kirine û die ncama êrîşa han de 4 welatiyên Kurd ji aliyê wan komên cîhadî ve hatine revandin.

Heta niha çarenivîsa wan welatiyên Kurd yên revandî nediyare.

Her duhê li Efrînê Fermandareke komeke cîhadî ferman bi cîhadiyan daye daku dest deyinin ser mal û milkê welatiyekî Kurd û bo xwe çûye nava mal û milkê wî welatiyê Kurd de bicîh bûye.

Weke tê zanîn komên cîhadî berdewamin li ser girtin û revandina welatiyên Kurd û bo azad kirina wan jî daxwaze pereyan ji kesûkarên wan dikin.

Top