• Tuesday, 24 February 2026
logo

Îsraîl: Amerîka amadeye şikesta danûstanan ragehîne

Gulan Media April 27, 2022 Nûçe
Îsraîl: Amerîka amadeye şikesta danûstanan ragehîne

Şêwirmendên ewlekariya nîştimanî ya Amerîka û Îsraîlê civiya bûn.

Piştî civîna navbera Şêwirmendên ewlekariya nîştimanî yên Amerîka û Îsraîlê, radiyoya fermî ya Îsraîlê nûçeyeke balkêş belav kir.

Li gor nûçeye radiyoya Îsraîlê, Amerîka gehêştiye vê baweriyê ku niha ti şans û derfeteke nû bo îmze kirina rêkeftineke nû li gel Îranê tuneye û danûstandinên ku heta niha hatine meşandin ti encameke wan tuneye.

Li gor nûçeyê Amerîka niha ji her demeke zêdetir bawerî bi bêencam bûna danûstandinan heye û amadekariya vê yekê dike ku bêencam bûna danûstandinên li gel Îranê ragehîne.

 

Top