• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê kutleya Meşrûî Erebî kir

Gulan Media September 8, 2018 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê kutleya Meşrûî Erebî kir
li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê kutleya Meşrûî Erebî Xemîs Xencer û şandeke pê re kir.

Di civînê de pêşhatên siyasî yên dawî û guhertinên hevsengiyên taybet bi damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê hatin nîqaşkirin û tekez li ser zêdetir kirina hewldanên heyî yên bo damezrandina hikûmetê bi mebesta çareserkirina kêşeyên welatiyan û dabînkirina xizmetguzariyên wan hate kirin.

Her di vê civînê de behsa bûyerên ku li bajarê Besreyê jî diqewmin hate kirin û her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku lazime bilez daxwazên xelkê Besreyê werin cîhbicîhkirin.

Top