• Monday, 16 February 2026
logo

Generalê amerîkî serdana Rojava kir

Gulan Media September 7, 2018 Nûçe
Generalê amerîkî serdana Rojava kir
Fermandarê amerîkî yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê general Poul Funk serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li gel berpirsên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hevdîtin pêk anî.



Li gorî daxuyaniya li ser twittera Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, duh Generalê amerîkî Poul Funk serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye û li Eyn Îsa li gel Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kûbanî (Şahîn Cilo) hevdîtin pêk aniye.



Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku operasyonên HSDê yên li naverast û rojavayê Firatê dê berdewam bikin.



Ev hevdîtin di demekê de ye ku li Sûriyê behsa egera operasyona li Idlibê di rojevê de ye û berdevkê HSDê Kino Gabriyel jî ragihandibû ku ji bo beşdarbûna vê operasyonê ti daxwazek ji wan re nehatiye.

Rudaw
Top