Komel: Em mîna Gorranê alîgirê baykotkirina hilbijartinan nînin
Tê gotin ku Gorranê daxwaz ji Komelê kiriye bi hev re hilbijartinên Kurdistanê baykot bikin. Li ser vê mijarê, endama firaksyona Komelê li parlamentoya Kurdistanê Şukriye Îsmaîl ji BasNewsê re got, heta niha Gorranê bi fermî tiştekî wisa ji me nexwastiye, eger bixwaze jî em qebûl nakin.
Şukriye Îsmaîl her wiha got, Komel di mijara hilbijartinên Kurdistanê mîna Gorranê hizir nake. Ji ber ku Komel xwedan pirensîb û pîvanên xwe ye.
Wê parlamentera Komelê anî ziman, hevpeymaniya wan û Gorranê nayê wê wateyê ku di hemû mijaran de mîna hev hizir bikin û got, em di hinek tiştan de mîna hev in lê di hinekan de jî na. Eger Gorran bixwaze temenê parlamentoyê were dirêjkirin, Komel dê li dijî wê derkeve.
Şukriye Îsmaîl rexne li Gorranê jî girt ku her dem behsa demokrasiyê dike û got, gelo Gorran bi wan helwestên xwe li dijî dirûşmên xwe dernakeve!?
Basnews
