• Tuesday, 24 February 2026
logo

Rêxistineke ser bi PKKê êrîşa li Bursayê li xwe girt

Gulan Media April 25, 2022 Nûçe
Rêxistineke ser bi PKKê êrîşa li Bursayê li xwe girt

 Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ya girêdayî PKKê berpirsyariya êrîşa li bajarê Bursayê ya li ser servîsa gardiyanên girtîgehê li xwe girt.

Roja 20ê Nîsanê li Taxa Yeni Karaman ya navçeya Orhangaziyê di dema derbasbûna otobusa karmendên (gardiyanên) girtîgehê de teqîn çê bûbû. Di teqînê de karmendekî girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû û 4 karmend jî birîndar bûbûn ku birîna yekî ji wan giran bû.

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ku PKKê bi rêxistinên çepgir ên çekdar re ava kiriye, roja Yekşembiyê ragihand ku êrîş ji aliyê wan ve hatiye kirin.

Di daxuyaniya li ser navê HBDHê de ku medyayên nêzî PKKê weşandine, tê gotin, “Ev êrîş ji bo rêveberên girtîgehê, gardiyan û rayedarên Tiba Edlî yên ku îmze avêtin raporên ku kuştina girtiyan qebûl dikin, hişyariyek e.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê di 21ê Nîsanê de ragihandibû ku herdu teqînên li Stenbol û Bursayê ji aliyê rêxistinên ser bi PKKê ve hatine pêkanîn. Lê Suleyman Soylu du rêxistinên MLKP û DKP-BOG wek aliyên êrîşkar dabû naskirin.

Parêzgarê Bursayê Yakup Canbolat ê ku roja teqînê çûbû cihê bûyerê, diyar kir hatiye tespîtkirin ku teqemenî bi destan hatiye çêkirin, li binê stûna elektrîkê hatiye bicihkirin û bi rêya kontrola dûr ve hatiye teqandin.

HBDH çî ye?

Di 12'ê Adara 2016'an de li Qendîlê damezrandina Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) a bi pêşengiya PKK'ê hatibû ragihandin.

Di nava HBDHê de, Biryargeha Şoreşê, Partiya Komunaran a Şoreşger (DKP), Partiya Komunîst a Maoîst (MKP), Partiya Komunîst a Marksîst Lenînîst (MLKP), Yekîtiya Propaganda ya Çekdar a Marksîst Lenînîst (MLSPB) , Yekîtiya Komunîstên Şoreşger a Tirkiyeyê (TÎKB) û Partiya Karker a Komunîst a Tirkiyeyê/Lenînîst (TKEP-L) cih digirin.

 

 

Rudaw

Top