• Tuesday, 24 February 2026
logo

Biden dîsa ji komkujiya ermeniyên Tirkiyê re got cînosayd

Gulan Media April 25, 2022 Nûçe
Biden dîsa ji komkujiya ermeniyên Tirkiyê re got cînosayd

Serokê Amerîka Joe Biden dîsa Tirkiye bi cînosaydkirina ermeniyan tohmetbar kir, Tirkiyê jî bersiv da.

Duhî 24 Nîsanê û sed û heftemîn salvegera komkujiya ermeniyan ji aliyê împaratoriya Osmanî ve bû.

Ermenî dibêjin, sala 1915 bi taybet meha Nîsana heman salê hikûmeta Osmanî derdora 1.5 nîv milyon ermenî cînosayd û sirgûn kir.

Serokê Amerîka Joe Biden jî bi helkefta duhî peyamek belav kir û mîna par ew komkujî wek cînosayd bi nav kir.

Biden par jî heman peyv bo komkujiya ermeniyan bikar anîbû.

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu jî li ser twîttera xwe bersiva Biden da û ragehand, gotinên Biden durûtî ye û divê dadgeh biryar bide ka ew rûdan cînosayd e yan na.

 

Basnews

Top