• Monday, 16 February 2026
logo

Gorran: Em wek YNKê xwediyê 16ê cotmehê nînin ku em ji helbijartinê bitirsin!

Gulan Media September 6, 2018 Nûçe
Gorran: Em wek YNKê xwediyê 16ê cotmehê nînin ku em ji helbijartinê bitirsin!
Endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran Xelîl Serkanî ragehand, YNK dixwaze helbijartin neyê kirin û berovajî kirina siyasî pê dike. Herwaha got Tevgera Gorran ‘’wek YNKê xwediyê 16ê cotmehê nîne ku ji helbijartinê bitirse.’’

Xelîl Serkanî ji BasNewsê re ragehand, paşxistina helbijartina parlamentoya Kurdistanê daxwaza YNKê bû û serokê fraksiyona wê partiyê li parlamentoya Kurdistanê, projeyek daye serokatiya parlamentoyê, ku komîsyona helbijartinan proseya helbijartina paşbixe. Lê destên xwe yên rûn bi me paqij dikin.

Li gor Serkanî, YNK nikare Gorran ji ber paşxistina helbijartinê tometbar bike, ji ber ‘’Ew daxwaza YNKê bixwe bû.’’ Û got: ‘’Gorran wek YNKê ne xwediyê 16ê cotmehê ye û dizîna neftê ye û em wek YNKê ti bask ji me cuda nebûne.’’

Herwaha ecêb mana xwe nîşan da û got: ‘Em ji peyama xwe ya berê dûr neketine û me xiyanet nekiriye. Me artêşa Îran û Tirkiyê neanî ye, ma emê boçi ji helbijartinê bitirsin?’’

Xelîl Serkanî got, herçend em ji helbijartinê natirsin jî, lê ya baş helbijartin bê paşxistin e û got: ‘’Taqeta xelkê ya dengdanê nemaye û baweriyê bi ti hêzên siyasî nayne.’’

Xelîl Serkanî ragehand: ‘’YNKê di helbijartinên berê de li Silêmaniyê sextekariyek mezin kir, ji ber wê jî em naçin nav wê helbijartina ku bernameya sextekariyê tê de hebe. Ya din jî eger YNK sextekariyê neke dê dengên herî kêm ew bidest bixin. Lê YNK berovajî kirina siyasî dike û bê guman ew naxwazin naha helbijartin bên kirin.’’

Basnews
Top