Di mehekê de 3 kolber hatin kuştin û 20 kolber jî birîndar bûn
Li Rojhilatê Kurdistanê di nav meha dawî de 3 kolberên Kurd di gulebarana Hêzên Îranê de canê xwe ji dest dane û 20 kolber jî birîndar bûne.
Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Îranê bo karûbarên ewlekarî diyar kir ku wan ferman daye navenda rûbirûbûna qaçaxçîtiyê da ku di nava mehekê de projeyekê bo mijara kolberan amade bikin.
Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Îranê bo karûbarên ewlekarî Mecîd Mîr Ehmedî destnîşan kir ku li hin sînoran destûr bo kolberan tê dayîn ku li ser rêya destûrî hatin û çûyînê bikin, wek sala 2017an û diyar kir ku dê êrîşa tund li wan kolberên ku rêyên destûrî bikar neyînin, bikin.
Di meha borî de herî kêm 3 kolber ji aliyê Hêzên Îranê ve hatibûn kuştin û 20 kolber jî birîndar bibûn. Nûnerê Hewramanê yê li Parlamentoya Îranê dibêje wan daxwaz ji Wezareta Dadê û Wezareta Navxwe ya Îranê kiriye ku lêkolîn li ser gulebarankirina kolberan bikin ku berî çar rojan li sînorê Newsûdê, di encama gulebaranekê de kolberek hatibû kuştin û 12 kolberên din jî birîndar bibûn.
Nûnerê Ciwanro û Hewramanê li Parlamentoya Îranê Ariş Lihonî diyar kir ku wî daxwaza lêkolînan li ser wan kesan kiriye ku gule li kolberên li sînorê Newsûdê reşandine û got, "Em ji Dezgeha Dadê û Wezîrê Navxwe dixwazin ku di vê mijarê de bi lez û bez lêkolînan bikin û li dijî binpêkirinan bikevin nava hewldanan."
Malbatên kolberên ku canê xwe ji dest dane û yên birîndar, ti hêviya wan ji bicihanîna edaletê nîne.
Li gor raporteke nû ya Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê di yekem meha biharê de herî kêm 3 kolber ji aliyê Hêzên Îranê ve hatine kuştin û 20 kolber jî birîndar bûne.
Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Îranê got, "Ev rewş ji bo me ne ya qebûlkirinê ye û divê bi lez û bez bê çareserkirin."
Ariş Lihonî her wiha anî ziman, "Çavkaniya vê pirsgirêkê bê guman debara welatiyên herêmên sînorî ye, ji ber vê yekê pêwîst e em bala xwe bidin ser debara welatiyên sînorî, ji bo vê jî pêwîstî bi qanûnan heye û hin hewldan hatin kirin, parlamento û hikûmetê hin hewldan kirin. Serokkomar berî 3 hefteyan got ku ew ê rêya başkirina rewşa niştecihên herêmên sînorî di hikûmetê de di demên pêş de erê bikin."
Di sala 2017an de rêyên kolberan hatin girtin û rayedaran gelek caran gotin ku ew ê sînoran ji nû ve sererast bikin û bi planên nû rêyên kolberan vekin lê van hewldanan serî negirt.
Paşguhkirina herêmên sînorî û şert û rewşa nebaş a aboriyê, ji bilî kolberiyê ti karekî din ji mirovan re nehiştiye ku bikin.
Rudaw
