• Tuesday, 24 February 2026
logo

Sekreterê NYê dê li gel Putin û Zelensky bicive

Gulan Media April 23, 2022 Nûçe
Sekreterê NYê dê li gel Putin û Zelensky bicive

Sekreterê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres dê roj 28ê Nîsanê li gel serokê dewleta Ukrayna Volodimir Zelensky bicive.

Berdevkiya Sekreterê Giştî yê NYê ragehand, Sekreterê Giştî Antonio Guterres dê heftiya bê serdana Ukrayna bike û roja 28ê Nîsanê li gel wezîrê derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba civîneke xebatê pêkbîne û piştre jî dê li gel serokê dewleta Ukrayna Zelensky hevdîtinekî pêkbîne.

Herwaha hat ragehandin ji bo alîkariya mirovî ji gelê Ukraynayê re bê liberçav girtin, Guterres dê li gel karmendên saziya NYê jî bicive.

Guterres roja 20ê Nîsanê ji nûnertiyên daîmî yên Rûsya û Ukraynayê yên li NYê nameyek nivîsandibû û ji bo hevdîtina li ser aştiya li Ukraynayê û gavên bilez ên bêne avêtin li Moskowê li gel Putîn û li Kîevê jî li gel Zelensky daxwaza hevdîtinê kiribû.

Berdevkiya Sekreterê Giştî yê NYê ragehand, Guterres dê roja 26ê Nîsanê li Moskowê li gel serokê dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn bicive.

 

Basnews

Top