Bakurê Kurdistanê…5 kes di kanala avdêriyê de jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Ruha ya bakurê kurdistanê termê 2 kesên din yê ku bi wesayîta xweve ketibûn kanala avdêriyê, hatin dîtin. Bi vî awayî hejmara kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dabûn gehêşte 5 kesan.
Tîmên lêgerîn û rizgar kirinê û polîsên melevaniyê, di xebatên legerîna xwe ya li ser û binê avê de termê kesên binavê Bûnyamîn Nerede û Îlhan Demîr peyda kirin. Herwaha ew termene ji bo otopsiyê ji morga saziya tiba edlî ya Ruhayê re hatin şandin.
Li Ruhayê roja berê ku wesayît ketibû kanala avdêriyê û di encamê de 3 kesên binavê Mehmet Reşat Demîr, Îzedîn Açikgoz û Alîcan Demîr jiyana xwe ji dest dabûn, termên wan hatibûn dîtin.
Ji aliyê din ve Ebdulah Demîr ê ku metirsiya xeniqandinê jiyan kiribû ji bo derman kirinê tê çavdêrî kirin û herwaha 2 kesên din ku winda bibûn ji bo peyda kirina wan xebatên lêgerînê hatibûn destpê kirin.
Basnews
