• Monday, 16 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî peyamek pêşkêşî Sekretariyeta Yekîtiya jinên Kurdistanê kir

Gulan Media September 6, 2018 Nûçe
Mesrûr Barzanî peyamek pêşkêşî Sekretariyeta Yekîtiya jinên Kurdistanê kir
hêviya serkeftinê ji yekîtiya jinan re dixwaze
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta lidar xistin û bi serkeftî bi dawî hatina 8mîn kongreya yekîtiya jinên Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.

Mesrûr Barzanî eşkere kiriye ku bi minasebeta lidar xistin û bi serkeftî bi dawî hatina 8mîn kongreya yekîtiya jinên Kurdistanê gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya jinên Kurdistanê, endamên kongreyê û tevahiya endam û kadroyên yekîtiya jinan dikim.

Hêvî dikim Serkirdatiya nû rola xwe ya bi bandor bo xizmet kirina jinên Kurdistanê bi giştî, aştiya civakî, pêşde birina babetên nîştimanî û mafên mirovan bilîze, hevdem li gel pîrozbayî, hêviya serkeftinê ji we re dixwazim û herwiha spasiya Serkirdatiya berê jî dikim jiber ker û xebatên wan.

Mesrûr Barzanî
Top