Serokwezîrê Îraqê çû Besreyê
Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî ku li gel hijmarek ji parlementerên Besreyê serdana vê bajarê kiriye, li gel rayedarên parêzgehê bo giftûgo kirin li ser çawetiya aram kirina rewşa Besreyê û pêşkêş kirina xizmetgozariyan bi şêniyên vê bajarê, civiya.
Ji aliyeke din ve jî her îro Serok Eşîrên Besreyê behsa vê yekê kirin ku ev ti carî bawerî bi rayedarên Bexdayê nakin jiber ku heta niha gelek soz dane û sozên xwe bicîh neanîne.
