HPG: Li Colemêrg û Êlihê 17 leşker hatin kuştin
Li gor nûçeyeke ajanseke ser bi PKKê navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê derbarê rêze çalakiyên li Colemêrg û Êlihê daxuyaniyek weşand. HPG'ê ragihand ku di çalakiyan de seyareke zirxî hatiye rûxandin û herî kêm 17 leşker hatine kuştin.
"Hêzên me, di dorhêla pêngava şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 4'ê Îlonê saet 17:30’î li navçeya Gever a Colemêrgê li hemberî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Girê Elîşêr çalakiyek lidar xistine. Çeper û baregehên dijmin ên li vê derê hatine rûxandin. Di vê çalakiyê de herî kêm 2 leşker hatine kuştin.
4'ê Îlonê saet saat 08.30'î hêzên me li navçeya Çelê li ser rêya navbera Geliyê Deştanê û Girê Şundirê de li dijî seyareyeke zirxî ya bi tîpa Kîrpî bi çalakiya sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiya ku seyare bi giştî hatî rûxandin de 6 leşkerên dijmin hatine kuştin.
31'ê Tebaxê saet 03.30’î li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk a dagirker çalakî hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de ku ji nêz de li dijmin hate xistin 9 leşkerên dijmin bi çav hatine kuştin û ev bi çav hatine dîtin. Di vê çalakiyê de hevrêyê me Argeş ê bi fedaîtî şer kir bi giranî birîndar dibe û ji bo dîl nekeve destê dijmin bombeya xwe di xwe de diteqîne û şehîd dibe. Piştî vê çalakiya ku dijmin derbên giran xwarî, hêzên dijmin li bejahiya gundên Zengo, Heskê, Nû, Dêrşewa û Çayxanê operasyon daye destpêkirin û ev operasyon hê jî didome.
