• Tuesday, 24 February 2026
logo

Tirkiyê nota da Balyozxaneya Iraqê ya li Enqerê

Gulan Media April 22, 2022 Nûçe
Tirkiyê nota da Balyozxaneya Iraqê ya li Enqerê

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Tanju Bilgiç ragihand ku li ser daxuyaniyên rayedarên Iraqê yên derbarê operasyona "Pence-Kilît" de nota dane Maslahatguzarê Balyozxaneya Iraqê ya li Enqereyê.

Tanju Bilgiç di daxuyaniyê de got: “Li ser nerazîbûnên me û hêviyên me yên ji Iraqê, Maslahatguzarê Balyozxaneya Iraqê ya li Enqereyê îro (21ê Nîsanê) ji bo Wezareta me hat gazîkirin û notayeke ku tê de nêrînên me hene, hat dayîn.”

Bilgiç dibêje, PKKê ev nêzî 40 sal in ji kampên xwe yên li Başûrê Kurdistanê, Tirkiyê dike hedef û dibêje, lê heta niha ti bersivek ji rayedarên Iraqê li ser daxwazên wan ên ji bo bidawîanîna li PKKê wernegirtiye û ev metirsiyê li ser serwerî û aramiya Iraqê jî dike.

Herwiha di daxuyaniyê de gotiye ku armanca wan a yekem ew e ku hebûna PKKê ya li Herêma Kurdistanê ji aliyê rayedarên Iraqê ve ji holê were rakin û dibêje: “Herwiha welatê me her tim amade ye ku li ser esasê berjewendiyên xwe yên hevpar di têkoşîna li dijî PKKê de bi Iraqê re hevkariyê bike.”

Di heman demê de Tanju Bilgiç gotiye: “Heta ku rayedarên Iraqê di vî warî de gavên bi bandor neavêjin û metirsiya ewlehiya neteweyiya me ku PKK ji nav axa Iraqê li ser welatê me dewam bike, welatê me dê li ser esasa mafê xweparastinê ku di xala 51ê ya Peymana Neteweyên Yekbûyî de hatiye diyarkirin, tedbîrên pêwîst werbigire.”

 

K24

Top