Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Armancên me yên micid hene
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje, hedefên me yên micid hene û dostên me yên baş li Lendenê hene û alîkariya me dikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku li Lendena paytexta Brîtanya ye, li ser twîttera xwe ragehandiye, îro li derveyî civînên fermî bi wezîrên tenduristî, perwerde û enerjiyê yên Brîtanya re civiya.
Mesrûr Barzanî her wiha gotiye, armancên me yên micid hene û dostên me yên pir baş jî li Lendenê hene û di vê rêkê de alîkariya me dikin.
