Malikî: Divê hikûmet bilez dawî li hebûna PKKê ya li Iraqê bîne
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî ji hikûmeta Iraqê daxwaz dike ku dawî li hebûna PKKê bîne.
Nûrî Malikî di daxuyaniyekê de diyar kir: “Li ser hikûmeta Iraqê pêwîst e bilez dawî li hebûna PKKê ya li welat bîne, da ku nişteciyên bajar û gundên wan deveran bikarin bi aramî bijîn.”
Malikî destnîşan dike: “Êrîşên Tirkiyê bûne sedema tirsandina nişteciyên Duhokê û em binpêkirinên Tirkiyê yên li ser axa Iraqê şermezar dikin.”
Herwiha dibêje: “Ji ber hebûna PKK û êrîşên artêşa Tirkiyê, Kurd û Xirîstiyan, li wan deverên ku PKK lê ye, bi tirs û xof dijîn û ji ber vê neçar dibin ku bo cihên din koç bikin.”
K24
