Mesrûr Barzanî: Pêwîstiya Kurdistanê bi rojnamevaniyeke berpirsyar heye
Îro di ser çapkirina yekemîn rojnameya Kurdî, Kurdistanê re 124 sal derbas bûn, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe ya pîrozbahiyê de got, "Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi rojnamevaniyeke berpisyar heye."
Îro Înê salvegera weşandina yekemîn rojnameya bi Kurdî, Rojnameya Kurdistanê di 22ê Nîsana sala 1898an de ji aliyê Miqdad Midhet Bedirxan ve li Qahîreya paytexta Misirê ye. Destpêka weşandina rojnameyê, wek xebateke neteweyî û rewşenbîrî tê nirxandin. Roja destpêka derxistina rojnameyê îro ji aliyê hemû dezgehên Kurdî û her wiha ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve jî weke destpêka rojnamevanyia Kurdî tê qebûlkirin û pîrozkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de got, "Jîngeh û derfeteke baş ji bo karê rojnamevanî û azadiya ramanê bi giştî hatiye dabînkirin û bi sedan dezgehên ragihandinê yên cûrbicûr û pir deng sûd ji vê jîngeha azad ya ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş kiriye, bi azadî kar dikin.”
Mesrûr Barzanî her wiha li ser giringiya rojnamevaniyê anî ziman, "Ragihandin xwedî peyameke girîng û pîroz e ku civakê hişyar dike û agahiyên rast dide. Herêma Kurdistanê pêwîstî bi berpirsyaretiya rojnamevaniyeke pîşeyî heye da ku bi awayekî çalak û erênî beşdariyê di pêvajoya guherîna siyasî, aborî, civakî û çandî ya civaka Kurdistanê de bike û di çarçoveya qanûnî û pîvanên navdewletî û exlaqa pîşeyî ya ragihandinê de bi perpirsyarî xizmeta civak û armanca bilindên neteweyî bike.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxwaz ji "çapemenî û rojnamevanên rasteqîne yên Kurdistanê" kir ku "rê nedin ti kes û aliyekî ku vê karê giring û giran ji bo mebestên xwe bi kar bînin û bi mebesta biçûkxistina nirxên bilind ên nîştmanî bikar bînin.
Rudaw
