Ebdulxaliq Talet: Heta PKK xwe venekşîna Şingal aram nabe
Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li fermandariya operasyonên hevbeş a Iraqê ragehand, heta PKK grubên xwe yên li Şingalê venekşîne ew bajare aram nabe.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li fermandariya operasyonên hevbeş a Iraqê Lîwa Ebdulxaliq Talet ji BasNewsê re ragehand: Heta naha ti bendekî rêkeftina navbera herdu hikûmetên Herêma Kurdistan û Iraqê ya ji bo asayî kirina rewşa Şingalê bicîh nehatiye.
Îro 21.04.2022yê şandeyekî bilind a ewlehiyê û leşkerî ya Iraqê bi serokatiya serokê saziya asayîşa niştimaniya Iraqê Hemîd Şetrî ji bo dûvçûna li ser rewşa ewlehiya Şingalê serdana wî bajarî kir û piştî vegeriya Bexdayê jî şandeyê raportek derbarê rewşa Şingalê de dê bide serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî.
Lîwa Ebdulxaliq Talet got: ‘’Peyama wê şandeyê roniye û li ser bingehê rêkeftina navbera hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê ku pêwîst grubên çekdar ên neyasayî li Şingalê bên vekêşandin.
Herwaha diyar kir derxistina grubên çekdar ên neyasayî yên PKKê li Şingalê bi hêzê ve ji aliyê artêşa Iraqê ve asan e, lê bi wê pêngavê rewşa navçeyê hindetir dê aloz bibe û pêwîste grubên çekdar bixwe ji navçeyê vekêşin.
Ebdulxaliq Talet got, eger PKK û grubên çekdar ên neyasayî yên din li Şingalê vekêşin koçber dê bi azadî vegerin Şingalê û îdareyekî nû ji bo bajar dê bê diyar kirin û hêzeke ewlehiyê jî ji bo parastina hemwelatiyan dê bê ava kirin.
Derbarê egera derneketina wan grubên çekdar ên neyasayî de jî got: ‘’Eger grubên çekdar bi awayekî aştiyane dernekevin, egera pevçûnê di navbera artêşa Iraqê û çekdarên PKKê de heye.’’
Basnews
