• Monday, 16 February 2026
logo

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo serkeftina Kongreya 8. Yekêtiya Jinên Kurdistanê

Gulan Media September 6, 2018 Nûçe
Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo serkeftina Kongreya 8. Yekêtiya Jinên Kurdistanê
Serok Mesûd Barzanî bi boneya serkeftina kongreya 8emîn a Yekîtiya Jinan a Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Yekîtiya Jinan kir û ragihand, dilniya me ku Yekîtiya Jinan a Kurdistanê her wek qonaxên berê yên xebata gelê me rola wan ya karîger dibe, di pêşvebirina doza rewa ya gelê me û berevanîkirina li maf û daxwazên jinan.

Deqê peyama Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serkeftina Kongreya Heştema Yekîtiya Afretên Kurdistanê mezintirîn pîrozbahiya xwe pêşkêşî endam û birêvebirên kongreyê dikim û heman demî de jî pîrozbahiyê li hemû jin û afretên Kurdistanê û endam û kadîrên Yekîtiya Afretên Kurdistanê dikim.

Bi pêwîstî dizanim destxweşî û pêzanînên xwe pêşkêşî serkirdayetiya berê ya Yekîtiya Afretên Kurdistanê bikim û pîrozbahiyê jî li wan xuşkên rêzdar dikim ku ji bo serkirdayetîkirina Yekîtiya Afretên Kurdistanê baweriya kongreya heştemîn bi wan hate bexşîn.

Piştrastim ku Yekîtiya Afretên Kurdistanê her wekî qonaxên berê ya xebata gelê me de rolekî bi bandortir dibê li berev pêşvebirina doza rewaya gelê me û bergirîkirina li maf û daxwaziyên afretan. Li qonaxa niha de erkê we li rûyê hişyariya niştimanî û pêgihandina afretan û dakokîkirina li mafên medenî û siyasiyên afretan gelek girînge û divê li berev bihêzkirina Kurdistanê û beşdarîkirina çalak ya afretan li jiyana giştî ya civaka Kurdistanê da bê.

Hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim

Mesûd Barzanî
06.09.2018

Waar.tv
Top