Amerîka: Terorîst li Idlibê hene
Mike Pompeo di kongirekî rojnemevanî de ragihand, ku daxuyaniyên Rûsî derbarê hebûna terorîstan li Idlibê rast in û Amerîka derbarê metirsiya hebûna wan terorîstan, piştevaniya nerîna Rûsî dike.
Wezîrê Derve yê Amerîka tekezî li ser rûbirûbûna wan çekdaran kir û diyar kir, ku welatê wî bi hêvî ye rewşa Idlibê, bi riyên dîplomatîk were çarekirin.
