• Monday, 16 February 2026
logo

Civata parêzgeha Besreyê hate vala kirin

Gulan Media September 5, 2018 Nûçe
Civata parêzgeha Besreyê hate vala kirin
Piştî ku dohê hêzên ewlekarî yên Îraqê, gole li ser xwepêşanderan li Besreyê reşandin û di encam de xwepêşanderêk hate kuştin, hikûmeta Îraqê jî ji tirsa vê yekê ku vê xelkê Besreyê întîqamê bistînin, civata parêzgeha Besreyê vala kir.

Hinceta biryara hikûmeta Bexdayê bo vala kirina civata parêzgeha Besreyê ewe ku vê mimkune xwepêşander êrîşî ser dezgeh û fermangehên fermî yên hikûmetê bikin.

Ji aliyeke din ve hêzên ewlekarî li Besreyê jî ketine nava amadebaşiyê û hêzeke zêdetir bo vê bajarê hatiye şandin lêbelê hikûmeta Bexdayê ji vê yekê ditirse ku xwepêşandan zêdetir bibin.
Top