• Tuesday, 24 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge bersiva gotegotên beşdariya operasyona Tirkiyê da

Gulan Media April 21, 2022 Nûçe
Wezareta Pêşmerge bersiva gotegotên beşdariya operasyona Tirkiyê da

 Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, Pêşmerge her dem di sengerên xwe yên berevaniyê de çav vekirî ye û nahêle ti devereke din a avedanî bikeve bin hejmûna yekalîkirina kêşeyên navbera aliyên nakok.

Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge wiha ye:

Li ser beşdarî û liv û tevgera hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê, piştî destpêkirina operasyonên artêşa Tirkiyê li deverên sînorî yên Herêmê, komek medyaya neberpirs, bi tohmetbarkirina hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ve mijûl in û bi wê yekê tohmetbar dikin ku hevkar û beşdarî wan operasyonan bûne.

Em li Wezareta Pêşmerge hemû wan tohmetan red dikin û radigihînin ku bi ti awayî hêzên Pêşmerge beşdarî operasyonan nebûne û neketine tevgerê.

Weke her dem, Pêşmerge di sengerên xwe de çav vekirî ye û nahêle ti devereke din a avedanî bikeve bin hejmûna yekalîkirina kêşeyên navbera aliyên nakok, çimkî bi salan e xelkê Kurdistanê baca milmilaniyên navçeyî didin û gelek zirar gihîştine wan.

Em tekez dikin ku divê rêz li serweriya axa Herêma Kurdistanê û Iraqê were girtin.

Wezareta Pêşmerge

20ê Nîsana 2022yan

 

Basnews

Top