Erdogan: Em di bin fişaran de keşeyê Amerîkî bernadin
Li gorî rojnameya Hurriyet a Tirkiyê, Erdogan di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re, got: Tirkiye riya yasayê hilbijartiye û ti pêşketinek bi riya gefan li dijî Tirkiyê di vê pirsê de, çênabe.
Dadgeha Tirkiyê bi tometa alîkarîkirina terorê, keşeyê Amerîkî Andrew Brunson zindan kiriye, li ser wê yekê, rêveberiya Amerîkî çendîn caran daxwaza berdana wî kir, lê Hikûmeta Tirkiyê red kir, di encamê de Amerîka sizayên abûrî li ser Tirkiyê sepand û vê yekê hişt ku nirxê Lîra Tirkî beramberî Dolar erzan bûye.
K24
