Iraq bersiva Erdogan dide
Wezareta Derve ya Iraqê bersiva gotinên Erdogan dide û red dike ku operasyona leşkerî ya Tirkiyê ya li nav axa Herêma Kurdistanê, bi hevahengî û agahdariya Bexdayê be.
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ji medyaya fermî ya welatê xwe re ragihand, wezareta wan operasyona leşkerî ya Tirkiyê weke binpêkirina eşkere ya serweriya axa Iraqê dibîne û weke gefek li ser yekparçebûna axa Iraqê dibîne û zirarê dide welatiyan.
Ehmed Sehaf herwiha gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan red dike, ku behsa hevkarî û hevahengiya navbera Enqere û Bexdayê bo destpêkirina operasyona leşkerî kiribû.
Herwiha eşkere kiriye: “Rêkeftinek di navbera Tirkiye û PKKê de heye ji bo ku çekdarên PKKê bên nava axa Iraqê, da ku ev bibe hincetek ji bo Tirkiyê ku binpêkirina serweriya axa Iraqê bidomîne.”
K24
