• Tuesday, 24 February 2026
logo

Xelkê gundekî Şingalê 24 demjimêr mohlet dan PKKê

Gulan Media April 21, 2022 Nûçe
Xelkê gundekî Şingalê 24 demjimêr mohlet dan PKKê

Aloziyên di navbera hêzên PKK û hêzên Iraqî de li devera Şingalê berdewam in û xelkê gundekî Şingalê jî 24 demjimêr mohlet dane PKKê da ku baregehên xwe ji nav gund derxîne.

Ev çend roj in li nahiya Sinûnê ya Şingalê di navbera hêzên Iraqî û çekdarên PKKê de alozî derketiye û heta niha jî didome.

Aloziyên han hinek caran dibe şer û pevçûn, ji ber wê jî heta niha herî kêm 5 kes birîndar bûne.

Çekdarên PKKê derdora nahiya Sinûnê girtine û nahêlin ti kes derbasî nav wê nahiyê bibe.

Hêzên Iraqî jî 3 roj mohlet dane PKKê da ku hinek deveran teslîmî wan bike lê PKK vê yekê qebûl nake.

Ji aliyekî din, îro li gundê Sîba Şêxidir yê Şingalê dema çekdarên PKKê dixwastin xortan birevînin, rastî berteka xelkê gund hatin.

Xelkê wî gundi 24 demjimêr mohlet dane PKKê da ku baregehên xwe derxîne derveyî gund.

 

 

 

Basnews

Top