• Tuesday, 24 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û wezîra navxwe ya Brîtanyayê civiyan

Gulan Media April 21, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî û wezîra navxwe ya Brîtanyayê civiyan

Wezîra navxwe ya Brîtanyayê bi serdana şanda Kurdistanê dilxweşe.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe de bo Brîtanyayê li gel wezîra navxwe ya vê welatî Priti Patel civiya.

Di civînê de wezîra navxwe ya Brîtanyayê kêfxweşiya xwe ya li hember serdana şanda Kurdistanê diyar kir û spasiya Serokwezîrê Kurdistanê kir bo hemahengiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya li gel Brîtanyayê ya di warê ewlekarî, koçberiya derqanûnî û rûbirû bûna tevgerên terorîstî.

Serokwezîrê Kurdistanê jî tekez li ser girîngiya stendina rêkarên tund yên qanûnî li hember wan kom û kesan kir ku bazirganî bi mirov dikin û balkêşande ser vê yekê ku naaramiya siyasî û gefên terorê sedemên sereke yên koçberiyê ne.

Top