• Tuesday, 24 February 2026
logo

Şandeke Îraqî serdana Şingalê dike

Gulan Media April 21, 2022 Nûçe
Şandeke Îraqî serdana Şingalê dike

Ev çend roje di navbera artêşa Îraq û YBŞê de alozî hene.

Biryare îro pêncşem şandeke leşkerî ya Îraqê bi mebesta ji nêz ve agehdar bûn ji rewşa Şingal û derdorê, serdana Şingalê bike.

Ev şanda han ya leşkerî ya Îraqê vê di çarçoveya serdana xwe de civînan li gel hêzên leşkerî yên Îraqê yên li Şingal û derdorê pêk bîne û lêkolîn li ser rewşa ewlekarî ya li deverê de bike.

Weke tê zanîn ev nêzî 4 rojane di navbera hêzên YBŞ û artêşa Îraqê de alozî û pevçûn hene û hêzên Îraqê daxwaz ji YBŞê kirine daku, hin navendên xwe radest bikin lê YBŞê ev yek red kiribû.

 

 

Top