• Monday, 16 February 2026
logo

Li Serdeştê pasdarên Îranê kurdekî din kuştin!

Gulan Media September 5, 2018 Nûçe
Li Serdeştê pasdarên Îranê kurdekî din kuştin!
Li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê, pasdarên Îranê welatiyekî kurd, bi hêceta ku tiştên qaçax di nav otomobîla wî de hene, dan ber fîşekan û kuştin!

Li gorî agahiyên malpera Hengaw, îro danê sibê pasdarên Îranê li nêzîkî gundê Darmircanê yê Serdeştê li dû otomobîla welatiyekî kurd ketin bi hêceta ku tiştên qaçax di nav otomobîla wî de hene.

Li gorî agahiyan, dema wî welatiyê kurd xwast ji destê pasdaran rizgar bibe, rastî êrişa wan hat û di cih de hat kuştin.

Hat gotin ku piştî wê rûdanê, xelkê wê deverê li ber qereqola pasdaran li gundê Kipranixê kom bûn û nerazîbûn nîşan dan.

Navê wî kesê ku hatiye kuştin, Nasir Îbrahîmî û xelkê gundê Gulan yê Serdeştê bûye.

Basnews
Top