Li Qamişlo û Kobanê çalakiyên piştgiriyê bo Ramîn Hisên Penahî
Li bajarê Qamişlo doh Sêşembiyê bi dehan kes li ber ofîsa Netewên Yekgirtî û bi armanca şermezarkirina biryara îdamkirina Ramîn Husên Penahî kom bûn.
Xelkê beşdar di çalakiyê de dûrişm li dijî hikumeta Îranê û siyaseta Tehranê ya bidarvekirina kurdan li Rojhilatê Kurdistanê bilind kirin û silogan avêtin.
Fîrûşa Remedan endamê rêveberiya rêxistina civakî ya giştî li qamişlo daxuyaniyek bi navê welatiyan xwend û têde kiryarên hikumeta îranê li beramber kurdan şermezar kir û daxwaz ji civaka navdewletî kir êdî li hember bidarvekirina Ramîn Penahî bê deng nemînin.
Herwiha pêr Duşemiyê li bajarê Kobanê jî mîtîngek bo piştgiriya çalakvan û girtiyê siyasî yê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê, Ramîn Husên Penahî birêve çû.
Di wê çalakiyê de bi dehan kes beşdar bûn û têde biryara bidarvekirina girityê siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê, Ramîn Husên Penahî hate şermerzarkirin.
li Kobanî ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Demê ve hate organîzekirin.
Beşdaran bang li aliyên navdewletî kirin, ku li dijî siyaseta bidarvekirina Kurdên Rojhilatê Kurdistanê li Îranê rawestin û daxwaza hilweşandina bidarvekirina Husên Penahî kirin.
Rudaw
